Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê gefên Erdogan şermezar kirin

Serokê rêjima Tirk Erdogan ku di nava aloziyeke mezin de digevize û piştgiriya der û hundir winda dike, Hêzên QSD’ê û YPG`ê bi pêkanîna êrişan li dijî arteşa Tirkiyê tawanbar dike.
Bi vê yekê jî di van rojên dawiyê de êrişeke nû ya dagirkeriyê xistiye rojevê.
Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, gefên dewleta Tirk yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk bi nûçeyên derew, hewl dide dagirkeriya xwe li herêmê rewa bike û carek din berê xwe bide destkeftiyên gelê herêmê.

Dewleta Tirk di van rojên dawiyê de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê êrişeke dagirkirinê ya nû xistiye rojevê.

Desthilata faşîst ya ku Erdogan serkêşiya wê dike hewl dide bi êrişeke wiha ya li ser krîz û aloziyên ku li Tirkiyê diqewimin, bigre.

Li dijî gefên êrişê yên li ser herêmê Îro li herêma Şehbayê daxuyaniyek hat dayîn.

Bi dehan endamên desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, endamên meclis û yekitiyan li qada Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya Şehbayê di daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Erdogan bi tawanbarkirina hêzên QSD’ê-YPG’ê hewl dide aloziya Sûriyê dirêjtir bike û ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rijandina xwîna gelê herêmê xilas bibe.

Di daxuyanî de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gavên wê yên dîplomatîk ku di demên dawîn de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê avêtine, têk bibe.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê gefên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên xwarin, şermezar kirin û eşkere kir ku ew ê asta têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî van gefan bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û bi taybetî Rûsya û Amerîka hate kirin ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, sînorekî ji gefên dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên dagirkirina herêmên din re daynin.

Back to top button