Gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê rastî bertekên tund tên.. Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Nejla Hemze dibêje “Bi van gefan hewl dide raya giştî mijûl bike û pirsgirêkên xwe derxîne derveyî Tirkiyê.” MIX
Nejla da xuyakirin ku dewleta Tirk mafê giştî dewletên cîranên xwe dixwe û Rojhilata Navîn tev bi kirinên xwe aciz kiriye û got:
“Dewleta Tirk destewerdanê li Lîbya û Iraqê dike.
Li Sûriyê jî destekê dide terorîstan û xêrûbêra wê eşkere didize.
Ji bo dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê jî niha dixebite.”
Nejla Hemze diyar kir ku aloziya li Tirkiyê rûyê rast ê AKP’ê eşkere kir û anî ziman “Bi gefan hewl dide raya giştî mijûl bike û pirsgirêkên xwe yên hundir veşêre.”
Rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD’ê dawiyê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û piştrast kir ew ê ji bo parastina ax û gelê xwe têbikoşin.