Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropî zext û nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê der heqê rojnamevanan de şermezar kir. Rêxistinê diyar kir ku rojnamevan ne terorîst in weke ku hikûmeta AKP’ê li wan dinêre.
Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ku navenda wê li Viyênna ye bi daxuyaniyekê zextên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyê der heqê rojnamevanan de red û şermezar kir.
Rêxistinê û li ser zimanê nûnerê xwe Harlim Dîzier balkişand ser zextên li ser rojnamevanan ku ji aliyê hikueta AKP’ê ve tê kirin û got;
Rojname li Tirkiyê bi buhaneya terorê tên girtin.
Rojnamevan piştî ku cezaya wî bidawî dibe jî careke din tê girtin û binçavkirin.
Rewşa rojnamegeriyê li Tirkiyê cihê mixabinî û metirsiyê ye.
Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta AKP’ê kir ku tavilê van binpêkirinên xwe bidawî bike û zindanan ji rojnamevanan vala bike.