Yemen..Di êrişa Hûsiyan de li bajarê Mearibê 13 kes hatin kuştin

Di encama êrişa çekdarên Hûsî ya li başûrê bajarê Meribê yê Yemenê de 13 kes hatin kuştin.

Li gorî ajansa AFP’ê, koma Ensar Allah a Hûsiyan li parêzgeha Meirebê êrişî mala şêxekî alîgirê hikumeta Yemenê kir.

Hat diyar kirin duh şev di dema civîna Şêx Ebdulletîf El-Qeblî ya bi serokeşîrên ku li kêleka hikumeta Yemenê şer dikin, Hûsiyan moşek avêt mala Şêx Qebelî ya li başûrê Meireb.

Di encama vê êrişê de yek jê zarok 13 kes hatin kuştin.

Ev yek piştî xurtkirina êrişên li parêzgeha Meireb a stratejîk pêk hat.

Hûsiyan beriya niha ragihandibû ku wan bajarê Meireb ji gelek aliyan ve dorpêç kiriye.

Back to top button