Bikaranîna çekên Kîmyewî li dijî gerîlayên azad li Binarê Qendîlê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Çalakî li gundê Alye Reş a Binarê Qendîlê hat lidaraxistin û têde li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çekên Kîmyewî ku dewleta Tirk bi kar tîne ziyanê dide mirvahî û jîngeha Kurdistanê.
Çalakgeran piştrast kir ku her êrişek dewleta Tirk a qirker li dijî Kurdistanê wê rastî berxwedaneke dîrokî were.
Di dawiyê de bang li partiyên li Başûr û raya giştî ya cîhanê hat kirin ku li hemberî êrişan xwedî helwest bin.