Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a qirker bertekên xelkê zêde dibin. Meclisa Sivîl û Herêmî li gundên rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê ev gef şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî êrişan bisekinin. Her wiha li Dêra Zorê û navçeya Amûdê jî ji bo gel civînên cuda hat lidarxistin û di wan de peyama berxwedanê li hember êrişan derket pêk.
Li dijî gefên dewleta Tirk a qirker ên li dijî herêmê bertek û nerazîbûnên xelkê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de Meclisa Sivîl û Herêmî li gundên rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da.
Meclisê kiryarên dijminane ên dewleta Tirk û hewldana avakirina împaratoriya Osmanî li herêmê şermezar kir.
Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê red kir û piştgiriya xwe ya bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re teqez kir.
Di dawiyê de melicê da zanîn ku herêmên wan bi ewle ne û naxwazin li herêmê şer biqewime.
Li Dêra Zorê ji bo gel civînek hat lidarxistin
Di vê navberê de û bi heman armancê Meclisa Firatê bi beşdariya gelek aliyan civînek li dar xist.
Di civînê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêra Zorê Mihemed El-Şaban axivî û li dijî êrişan banga piştgirî û hevgirtina bi QSD’ê re kir.
Li ser navê Meclisa Leşkerî a Hecînê Îbrahîm El-Asî jî diyar kir ku li hemberî êrişên muhtemel ew amade ne bersivê bidin.
”Li hember êrişan em ê li ber xwe bidin”
Meclisa Navçeya Amûdê jî ji bo gel civînek li navenda Hûrî ya çand û hunerê ya navçeyê li dar xist.
Di civînê de ji rêveberên Meclisê Sebrî Ehmed anî ziman ku ew ê li hember her êrşekê li ber xwe bidin û got: