Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkyeya qirker ve, Federasyona -Med li Almanyayê çalakiya konvedanê da destpêkirin û wê 5 rojan dewam bike.
Çalakî li pêşiya Parlamenta Nordrehin Westfalen (NRW) hatiye destpêkirin.
Çalakger dixwazin bala raya giştî bikişînin ser vî sûcê dewleta Tirk û saziyên pêwendîdar bixin tevgerê.
Li wir, li cihê çalakiyê daxuyanî hat dayîn.
Hevserokê Kon-Med’ê Engîn Sever diyar kir ku di serî de hikûmeta Almanya, dewletên Ewropyaê bi bêdengiya xwe hevkarê vî sûcê şer in û bang li hêzên perpirsyar kir ku ji vê bêdengiya xwe derkevin.
Çalakiya konvedanê wê 5 rojan dewam bike.