Efxanistan..Di teqîna li eyaleta Nangarhar de 15 kes birîndar bûn

Li Efxanistanê êdî rojên înê destê herkesî li ser dilê wîye. Ji ber di nava mehên dawiyê de, her roja Înê teqînek bihêz pêk tê. Îro di dema nimêja Înê de li mizgefteke wîlayeta Nangarhar a Efganistanê teqînek pêk hat. Di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa AFP`ê ku spartî, rayedarekî tevgera Talîban ragihand ku li mizgefteke eyaleta Nangarhar a Efxanistnaê îro di dema nimêja Înê de teqînek pêk hat.

Niştecihên herêmê jî ji Reutersê re ragihandin ku teqîn li mizgefta li herêma Sebîn Gar ya herêma Nangarhar a rojhilatê Efxanistanê rûdaye.

Li gorîn encamên despêkê 15 kes birîndar bûn.

Heta niha ti aliyekê teqîn li xwe negirtiye.

Piştî vekişîna DYA û NATO ya di meha Tebaxê de, li Efxanistanê teqîn û alozî kêm nebûye.

Ji wê demê ve li eyaleta Nagarhar bûyerên teqînan zêde bûbûn.

DAIŞ-Xûresan jî piraniya teqînan li xwe girtibû.

Li aliyê din, di teqînên 8-15’ê Cotmehê yên li eyaleta Kunduz û Kandahar ê li mizgeftên Şiiyan teqîn pêk hatibûn.

Di encamê de nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Ev teqîn jî DAIŞ-Xuresanê li xwe girtibû.

Back to top button