3 Sîxurên MÎT a Tirk hatin girtin

Dewleta Tirk ya dagirker tevî hemû cure êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêya kesên ku bi pereyan xistine sîxurên xwe jî hewl dide êrişan pêk bîne û aramiya civakê têk bibe.
Heta niha gelek kesên bi rengî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.
YPG di encama operasyonekê de li Hesekê 3 sîxurên MÎT a Tirk ku amadekariyên êrişan dikirin, girt.
YPG’ê lixwemikurhatinên van sîxuran weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li Hesekê şaneyeke ji 3 kesan ya girêdayî MIT’a Tirk hatiye girtin..

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapmeniya YPG’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

Dewleta Tirk a dagirker her roj êrişên xwe yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike..

Van êrişan, bi her cûre polîtîkayên qirêj dimeşîne.

Yek ji van rêbazên dewleta Tirk jî ew e ku bi xapandina pereyan û carne bi tehdîdan mirovan dike sîxur..

Di mehên Cotmeh û Mijdarê de, piştî demek ji şopandinê ya Tîmên Operasyonên Taybet ên YPG’ê, li Hesekê operasyonek li hember şaneyek ku xebatên istixbaratê didan meşandin, hat lidarxistin.

Di vê operasyonê de kesên bi navên Ehmed Elî El- Ehmed, Ebdurehman Mihemed Şehab û Morteda Ebdulsetar Derwîş ku ji bo MÎT’a Tirk dixebitîn, hatin girtin.

Ev her 3 kes ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve hatin dadgehkirin û li xwe mikûr hatin ku bi talîmata MİTê ve, di herêmê de amadekariyên êrişan dikirin..

Sîxurê bi navê Ehmed Elî El-Elî dibêje MÎT’a Tirk destpêkê li beranberî pereyan dîmenên Navend û cihên Ewlehiyê û rêveberiyê ji wan xwestin..

Elî tîne ziman ku berê jî hinek kes hatibûn rêxistinkirin û wekî şaneyekê dixwestin kar bikin û wan gelek cihên tunel û navendan ji MÎT’ê re şandine..

Sîxurê bi navê Ebdulrehman Şihab jî li xwe mikur tê ku li ser riya Tiwêna cihê 3 navendan û koordîna wê jê hatiye xwestin û wî jî ji wan re bi riya Whatsapê şandiye..

Sîxur Murteda Derwîş jî li xwe mukur tê ku wî koordîne û dîmenên deverên ewlehiyê bi riya Ehmed Elî El-Elî ku bi riya wî tevlî şaneyê bûye şandine û li hember wê pere girtin..

Back to top button