Dewleta Tirk dest bi valakirina girtîgehên xwe yên li bajarê Kilîsê yê li ser sînor kiriye. Girtiyên kurd ên di vê girtîgehê de ji wir vediguhêze û dibe girtîgehên çeteyên xwe yên li Efrînê.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî û ev agahî dan:
“Dewleta Tirk ji roja Efrîn dagir kiriye û heta niha gelek sivîl revandin û birin girtîgehên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê, ji wan girtîgehên Kilîs, Dîlok û Rihayê ne.
Artêşa dagirker herî dawî li gundê Aşka Xerbî yê navçeya Cindirêsê 7 ciwanên gund revandin û xistin girtîgehên li Tirkiyê.
Her wiha hejmarek mezin ji sivîlên gundê Mamilo yê navçeya Raco revandin û birin Tirkiyê.”
Şêxo ragihand jî wê di demeke nêz de rêxistinên mafên mirovan û komîteyeke navneteweyî ji bo lêkolînkirina girtîgehên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê serdan bikin.
Dewleta Tirk ji bo sûcên xwe veşêre kesên girtî niha vedigûheze girtigehên din.