Mîhrîcana Şano ya “Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye” di roja 4’an de ye û îro şanoya Bîr hat pêşandan.
Şano ji hêla Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ve ku li ser kevenşopiyên civakê diaxive li Kobanê hat pêşandan.
Di şanoyê de hat destnîşankirin ku çiqas pirsgirêk dijwar bin ne pêkan e bi tundî û xwînrijandinê werin çareserkirin.
Peyama şanoyê ew e ku divê welatî ji kesên fîtneyan çêdikin dûr kevin.
Derhinêrê şanoyê Dilbirîn Mislim derbarê mijarê de axivî û hêvî kir ku gel ji fikirên vê şanoyê sûd bigire.
Çalakiyên Mîhrîcana Şano ya “Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye” wê heta 27’ê Mijdarê dewam bike.