Şerê navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li Idlibê didome

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyê dewleta Tirk bargehên hev li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Balafirên şer ên Rusyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kirin.
Li bajarê Bûkemalê yê li Dêrazorê jî teqîneke mezin pêk hat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye hêzên hikumeta Şamê bi moşekan deverên Barê, Fitêra, Sifohin, Filêfil û Binîn ên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyan jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên Seraqêb ên li rojhilatê Idlibê kirin hedef.

Hate gotin ku leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Balafirên Rusyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kirin

Çavdêriyê ragihand ku vê sibê balafirên şer ên Rûsya herêmên çeteyên DAIŞ’ê lê belav bûne yên li çolistanên Humis û Reqayê bombebaran kirin.

Li Bû Kemalê a Darêzorê teqînek pêk hat

Her wiha çavdêriyê ragihand li bajarê Bûkemalê yê di bin serweriya komên alîgirên Îranê de yê li rojhilatê Dêrazorê, teqînek pêk hat.

Hat diyar kirin di encamê de dûman ji kêleka Nexweşxaneya Eyşa rabû.

Back to top button