Li bajarê Kerkûkê agir bi Ceh û Genimên cotkaran ket.
Ji ber agirê dijwar çend bombeyên li nav zeviyan teqiyan û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku şevê din li devera Ebasî û gundên Hewîce, Beşîr û Reşad agir bi ceh û genimên cotkaran ket û bi dehan donimên zeviyê şewitîn.
Li bajarê gundê Ebasî ya girêdayî bajarê Hewîceyê ji ber şewatê maynek teqiya.
Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Her wiha li bajarê Daqûqê dema polîs bi hewara xelkê ve diçûn bombeyek teqiya.
Li vir jî polîsekî jiyana xwe ji dest da û 2 polîs jî birîndar bûn.
Şevê din jî li ser sînorê Daqoqê ji ber şewatê bombeyek teqiya û du kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan destê çeteyên DAIŞ’ê di vê şewatê de heye.