Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya Terorê; çalakî her diçe zêde dibin. Duh li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya konvedanê hat destpêkirin.
Çalakiya konvedanê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya li Marsîlyayê ve hat destpêkirin.
Di roja yekem a çalakiyê de gelek îmze ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hatin komkirin û belavok hatin belavkirin.
Tevî wan, pirtûkên Rêberê Apo jî hatin belavkirin.
Dibe ku çalakî heta hefteyekê bidome û roja Şemiyê bi meşekê girseyî bi dawî bibe.