Li Başûrê Kurdistanê..2 peşmerge di êrişa DAIŞ’ê de şehîd ket 3 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê êrişên xwe yên dijî peşmergeyan didomîne.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên pêşmerge yên li girê Qereselîm ê bi ser navçeya Şêx Bizinî yê Kerkûkê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê doh derengiya şevê êrişî hêzên pêşmerge yên li girê Qereselîm ê bi ser navçeya Şêx Bizinî ya Kerkûkê kir. Di encama êrîşê de heta niha 2 pêşmerge şehîd ketin 3 jî bîrîndar bûn.

Li aliyeke din çeteyên DAIŞ’ê malên şêniyan li gundê Lihê-ban ya navçeya Ser-gerana Kerkûkê şewtand.

Çeteyan malên li gundê Lihêban şewitandin

Çeteyan 4’ê Kanûnê êrişê gundê Lihê-ban yê Ser geran kir ji ber ku ne artêşa Iraqê û ne jî Pêşmerge bi hawara şêniyan ve neçûn, gundî ji malên xwe derketin û reviyan..

Çete jî doh êvarê ketin gundê vala û xaniyên welatiyan şewitandin.

Dîmenên ku li ser ekranê jî yên şewata gundin..

Heta niha gelek caran çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Lihê-ban kirine.

Back to top button