Fermandarê giştî yê QSD’ê PYD’ê û KCDK-E yê jî êrişa li dijî hevserokê desteya rêveber a Şengalê şermezar kirin.
Mezlûm Ebdî têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk de, peyameke li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir û got:
“Êrişa li dijî serokê rêveberiya Şengalê Merewan Bedel û zarokên wî dişbihe komkujiya li Qamişlo.
Vekirina qada hawayî li pêşiya droneyên Tirkiyê dê bi xwe re komkujiyan pêk bîne.
Civata navneteweyî berpirsê rawestandina binpêkirinan û parastina sivîlan e.”
PYD’ê êriş şermezar kir û banga rawestandina êrişan kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî bang li civata navneteweyê û azadxwazên cîhanê kir ku Tirkiyê sûcdar bikin.
Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.
KCDK-e: Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi bêdengiya xwe komkujiyê dipejirînin
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa jî diyar kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi bêdengiya xwe komkujiyê dipejirînin.