Ev 146 roje 14 çalakgerên li Strasbourg a Fransa û Îmam Şîş ê li Galer a Bêrîtanyayê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Li dehan bajarên Ewropa çalakiyên greva birçîbûnê yên bê dem û bê dorveger lidarin.
Berxwedana 14 çalakgerên li Strasbourga Fransayê û ya Îmam Şîş a li Galer a Brîtaniyayê di roja 146’an de ye.
Çalakiya Yûsiv Îba yê li bajarê Toronto yê Kanada jî di roja 117’an de dewam dike.
Parlementerê Partiya Conser-vatîve Tom Kmîec serdana Yûsiv Îba kir.
Tom Kmîec diyar kir ku dosyaya Îba daye Wezareta Karê Derve ya Kanada û li ser mijarê bi wezaretê re hevdîtin kiriye.
Kmîec diyar kir ku ji bo zextê li dewleta Tirk bikin ew ê di nava tevgerê de bin.
Li aliyekî din Parlamenterê berê yê Kamaraya Avam û wezîrê berê yê Sinn Fein Michelle Gildernew, ji rojnameya Morning Star re axivî û got,
Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîdeke dij mirovane ye.
Divê ev tecrîdê bê rakirin. Em piştgirî didin banga birêz Ocalan ya aştî û çareseriyê.
Divê dewlet guh bide banga birêz Ocalan û li masayê muzakere û çareseriyê vegere.
Gildernew bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirî bidin berxwedêrên zindanê