Serokkomarê Sîlî yê nû Gabrîel Borîc, diyar kir ”Dewleta Tirk li dijî Kurdan qirkirinê dike.”
Di 19’ê Kanûnê de li Şîlî yê hilbijartinên serokkomerîyê pêkhatin û Gabrîel Borîc bi serkeftineke mezin bû serokkomerê nû yê welat.
Gabrîel Borîc tevlî bernameyeke televîzyonê bû.
Li ser pirsa ku ”Hûn dibêjin Îsraîl dewleteke qirker û kûjer e ?”, Borîc got: ”Belê rast e.”
Li ser pirsa Hûn ji bo kurdên li Tirkiyê jî vê dibejin?
Borîc dibêje, ”Belê, ev ji bo hemû welatan wiha ye. Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Tirkîye ku mafê mirovan bin pê dikin, divê şertê navneteweyî bi cîh bînin.
Bihêzbûna van welatan pir ne girîng e, divê mafê van neteweyan bê parastin.”