6 Jinên şoreşger li Şirnex, Silopya, Mêrdîn û Mexmûrê hatin bîranîn

3 jinên siyasetmender Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakîze Nayin li ser gorên xwe yên Şirnexê hatin bîranîn. Bi heman rengî li Wargeha Penaberan Mexmûrê her sê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin, di 9’emîn salvegera şahadeta wan de hatin bibîranîn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê jinên siyasetmedarên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin şehîdxistin:

Di 4’ê Çileya 2016’an de jî Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku dema qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiyê de hatin kuştin.

Her 6 jinên siyasetmedar û şoreşger li Şirnex, Mêrdîn û Wargeha Mexmûrê hatin bi bîranîn.

TJA û Meclîsa Jinan a HDP û dayîkên her sê şehîdan, parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr û Muazzez Orhan, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.

Li ser navê dayikên her sê jinan dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û got;

“Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe. Îro roj roja aşitiyê ye, roj roja serkeftinê û yekitiyê ye.”

Piştre parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî û got;

Heta ku em hebin wê lêgerîna me ya edeletê bidome. Çi dibe bila bibe em ê ji kujeran hesab bipirsin.”

Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan.

Li ber avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopya jî 6 jinên têkoşer hatin bîranîn.

Li Mêrdînê jî şehîdên komkujiya Paris û Silopya hatin bibîranîn.

Bîranîn li ber avahiya HPD’ê ya Mêrdînê bi beşdarîya bi sedan kesan hat pêkanîn.

Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Aga-oglû jî xwest ku hesaba komkujiyê were pirsîn û soza domadina têkoşîna jinên kurd da.

Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi boneya salvegera komkujiya Paristê û ya Silopya merasima bîranînê hat li darxisitn.

Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî û soza pêkanîna xeyalên her sê jinên Kurd ên Şoreşger dûbare kir.

Piştî axaftina Fadîle Tok, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna sê jinên Kurd ên Şoreşger hate temaşe kirin.

Back to top button