Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li herêmên dagirkirî dewam dike. Balafirên şer ên Rusya careke din cihên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bomebarankir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, şerê hêzên hikûmetê û çeteyan li herêmên li Idlibê û Hemayê, dewam dike.
Hat ragihandin, hêzên hikûmetê bajarokên Filêfil, Benîn û derdora Elbara ya li çiyayê Zawiyê a Idlibê bombebarankirin.
Li Dera ji destpêka salê de 11 kes hatin kuştin
Çavdêriyê da zanîn ku li Derayê ji destpêka sala nû ve û heta niha 6 sivî û 5 leşker 11 kes hatin kuştin.
Balfirên rusya deverên daiş’ê ên li reqa û dêrazorê bombebarankirin
Çavdêriyê ragihand ku balafirên şer ên Rusyayê jî vê sibê nêzî 15 caran êrişî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Elresaf ya Reqayê û çolistana Dêrazorê kirin.