Çîn: Em valatiya DYA li Rojhilata Navîn hiştî tejî nakin

Pekînê çav berdaye Rojhilata Navîn. Piştî vekişîna hêzên DYA ji hinek welatên Kendavê, li herêmê nîqaşên valetî û dagirtina cihê wê tê kirin. Çîn jî bi trafîka dîplomasî ya li gel welatên Kendavê balê dikişîne ser xwe. Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang got, Ti armancek me ya tejîkirina valetiya piştî vekişîna DYA li rojhilata Navîn pêk hatî nîne.

Li Rojhilata Navîn bi vekişîna hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji hinek welatan re valatiya çêbûyî bala welatên din kişandiye.

Çîn weke welatê sereke yê çavê xwe berdayî rojhilata navîn tê dîtin.

Li gorî nûçeya Global Times, Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî piştî hevdîtinên xwe yên bi Rêxistina Hevkariya Kendavê (GCC) re ku hefteya borî li welatê xwe mazûvaniya wî kiribû re nirxandinek kir.

Wang Yî bal kişand ser valehiya piştî vekişîna hêzên DYA ji beşek welatên Kendavê û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku gelên Rojhilata Navîn xwediyên herêmê ne.

Li vir valahiya hêzê nîne, pêwîstî bi xwedîderketinê nîne.

Çîn her tim piştgiriyê dide aramî û lezkirina pêşketina Rojhilata Navîn.”

Wang destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî tevkariyê li îstiqrara li Rojhilata Navîn bike, lê xwe ji destwerdanên ku dê bibe sedema pirsgirêkan dûr bihêle û ev tişt anî ziman:

“Pêdiviya Rojhilata Navîn bi pêşketinê heye.

Welatên herêmê dikarin ji modelên biyanî fêr bibin, lê divê modelên biyanî kopî nekin.

Neolîberalîzm ne derman e.”

Hefteya derbasbûyî, Wezîrên Karên Derve û şandeyên yên 5 welatên Kendavê serdana Çînê kiribûn.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang li bajarê Wuşî yê li nêzî Şanghayê pêşwazî li şandeyan kiribû.

Wang 12’ê Çile bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye û 14’ê Çile jî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiyabû.

Çavdêr û şîrovekarên siyasî hewildanên Çînê yên li Rojhilata Navîn weke daxwaza hêzeke nû ya li herêmê pênase dikin.

Tê gotin, welatên Kendavê dixwazin piştî DYA, niha rêveberiya Pekîn bikêşin aliyê xwe.

Back to top button