QSD: Yên di dîmena DAIŞ’ê belav kiriye de derketin karkerên xaringeha girtîgehê ne û têkilî qut in

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî da zanîn ku kesên hatine revandin ên di dîmena ku çeteyên DAIŞ’ê belav kirine de hatine derketin, karkerên xwaringeha girtîgehê bûn û di dema êrişî de têkilî qut bûn.

Ferhad Şamî têkildarî dîmenên ku hatine belavkirin ku tê de hejmarek ji revandiyan di destê çeteyan de heye wiha got:

“Ragihandina girêdayî çeteyên DAIŞ’ê dîmenek belav kir û tê de gelek revandî hene.

Em piştrast dikin ev kes karkerên xwaringeha girtîgehê ne.

Di dema êrişa yekemîn a şaneyên terorîst li ser girtîgehê de têkiliya hêzên me bi wan re qut bûn.”

Back to top button