Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê zêde dibin. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bang li jin û ciwanan kir ku li hemberî hemû êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî li ber xwe bidin û rêgezên şerê gelê şoreşgerî pêk bînin.