15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo nêz dibe. Ciwanên wargeha Mexmûrê komplo bi meşekê şermezar kirin.
Meş bi pêşengtiya Tevgerta Jinên Ciwanên û Tevgera Ciwanan ên Mexmûrê pêk hat.
Piştî ku meş li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê rawestiya daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniya ciwanan de komploya li dijî Rêber Apo hat şermezar kirin.
Ciwanan diyar kir ku komplo li dijî gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaz bû.
Her wiha piştrast kirin ku ji bo komplo neghêje armancên xwe ew ê her tekoşînê bikin.
Ciwanan bang li gelê Kurd kir ku li dijî komploya navneteweyî xwedî li Rêber Apo derkevin.