Kemal Reûf: Ev karê PDK’ê karek kêrnehatî û ne li gorî çanda kurdewarî ye

Rojnameger Kemal Reûf, Rojnamevan Bêrîtan Sarya û siyasetmedarên kurd dibêjin êrîşên PDK’ê yên li dijî tevgerên şoreşger li hemû perçeyên Kurdistanê, nahatiye guhertin. Aliyan anîn ziman” PDK’ê hebûna xwe girêdayî dewleta Tirk û zayendperesiyê dibîne.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî tevahî kurdan ji Başûrê Kurdistanê û Şengalê bigire heta bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîn e.

Têkildarî êrişa hêzên PDK’ê ya li ser gerîla Rojnameger Kemal Reûf ev yek anî ziman:

”Kiriyarên hêzên PDK’ê qet nayên qebûlkirin, ji ber ku tu têkiliya wê bi kurdewariyê tune ye.

Ev yek li ser giştî gelê kurd destpêkek xerab û metirsîdare, her wiha destpêkek li hevkirinê û tûndutijiyê ye.”

Kemal Reûf got:

”Niha Tirkiye êriş û dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê dike, eger aliyên Kurd destê gerîla negerin, nabe ji piştve jî xencerê li wan bide.

Lê mixabin pakete wê û ya dewleta Tirk yek pakete.”

”Malbata Barzanî û PDK, ji bo jihevxistina tevgerên Kurdan roleke girîng lîstiye”

Bi heman helwestê Rojnamevan Bêrîtan Sarya li ser têkiliyên PDK’ê bi dewleta Tirk re wiha got:

”PDK bi serkêşiya Malbata Barzanî, di sûcên qerker yên li dijî kurdan pêk tên, hevkar e.

Ev rastiyekê derdixe holê da ku Malbata Berzanî hebûna xwe di destê desthilatdaran, nijadperestan de dibîne.

Bê guman tu eleqeya van hemû polîtîkayan bi kurdbûn û Kurdistana serbixwe re nîn e.

Ew e ku berjewendî û siberoja gelê Kurd bikin qurbaniyên berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrî.”

Bêrîtan Sarya da xuyakirin ku PKK li gel hemû êrişên qirker ên dewleta Tirk, NATO Û PDK’ê jî her tim xurtir bû dibe.

Kovan Kenho: Dê dengiya hêzên li herêmê jî pêştgiriyê didin dewleta Tirk

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Kovan Kenho li ser bê dengiya hêzên navnetewî li himber van kiriyarên dermirovî anî ziman” Bêdengiya Rûsiya û Amerîka tiştekî tenê diyar dike ew jî van êrişan erê dike.”

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk, bang li PDK’ê kir da ku hêz û partiyên kurd şerê birakujiyê wekî xeta sor bihesibîn.

Back to top button