Bangawaziyên ji bo derxistina PKK ji lîsteya terorê berdewame.
Meclîsa Gelê Kurd a li bajarê Lîmasolê yê Qibrisê, ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên qedexekirî’ ya Ewropayê bê derxistin, kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Li herêma Marîna ya Lîmasolê rayedarên meclîsê bi gel re civiyan û qala fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê kirin.
Di çarçoveya kampanyayê de gelek îmze hatin komkirin.
Bi navê meclîsa Gelê Kurd a li bajarê Lîmasolê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew dixwazin 60 hezar îmzeyan li Qibrisê kom bikin.
Hêjayî gotinê ye ku li her devera kurdistanê kurdistanî ji bo kampaniya PKK’ê di tevgerê dene.