Çeteyan ji Efrînê û navçeyên wê 4 welatiyên din revandin

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber dewam dike. Çeteyan herî dawî 4 welatî ji Efrîn û navçeyên wê revandin.

Li gorî malper Efrîn Post, çeteyên dewleta Tirk bi hincetên berê hazirkirî 4 welatî li Efrînê revandin û birin cihekî ne diyar.

Hat diyar kirin Mihemed Efrem yê 38 ji eşîrA Imêratê ji navenda bajarê Efrînê,

Mihemed Cafreş yê 57 salî ji gundê Çê yê bi ser navçeya Raco,

Mihemed Hesen Xelîl yê 43 salî ji gundê Basûtê yê bi ser navenda Bajarê Efrînê û

Ezîz Mihemed Mamo yê 30 salî ji gundê Kêla yê bi ser navçeya Bilbilê hatin revandin.

Li gorî malper, tenê ji destpêka vê mehê heta niha, di nav de 2 jin, 25 welatî ji Efrînê hatine revanin.

Rêveberiya Şûnwarên Efrînê : Girê Şorbe bi giştî hatiye wêrankirin

li aliyekî din, Rêveberiya Şûnwarên Efrînê di raporeke xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Girê Şorbe yê nêzî gundê Gemrûkê bi giştî wêran kir.

Di rapora de hate gotin ku erda gir ji ber kolandina bi alavên giran ji hêla dagikeriya Tirk ve hemû qat û şûnwarên tê de bi mesaheta 7000 m2 hatin wêrankirin

Back to top button