Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî Peymanageha Amadekirina Mamosteyan li bajarê Qamişlo vekir. Peymangeh ji 8 beşan pêk tê û 50 mamoste ji beşên cuda tê de cihê xwe digirin.
Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de û ji bo pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayîkê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li bajarê Qamişlo vekir.
Vekirina Peymangehê derfetê dide xwendekarên ku di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nehatin tomarkirin, ku xewndina xwe temam bikin û bibin mamosteyên qonaxa seretayî.
Peymangeh bi merasîmekê hate vekirin.
Di merasîma vekirinê de Rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê û saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê amade bûn.
Di merasîmê de Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo û endama rêveberiya peymangehê Şîlan Mihemed axivîn.
Mihemed Salih Ebdo di axaftina xwe de got, “Vekirina peymangehê geveke pir girîng e ji bo amadekirina mamosteyan û asta perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”
Merasîm bi helbest, stran û dîlanan bi dawî bû.
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ji 8 beşên mîna zimanê Kurdî, zimanê Îngilîzî, bîrkarî, zanyarî, werzîş, şêwekarî, mûzîk û pîşesazî pêk tê.
Perwerdeya peymangehê 2 sal in, tê de 450 xwendekar perwerde dibînin û 50 mamoste ji beşên cuda cihên xwe tê de digirin.
Beriya vê jî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Peymangeha Amamdekirina Mamosteyan li bajarê Hesekê vekir.
Endama Rêveberiya Peymangehê Şîlan Mihemed derbarê girîngiya vekirina peymangehê û rola wê di pêşxistina perwerdeyê de ji televizyona me re axivî.