AN KUŞTIN AN 200 HEZAR DOLAR, RÊBAZA NÛ YA ÇETEYÊN FAŞÎZMA AKP’Ê YE

Ev demeke komên çete yên li Efrînê rûyê xwe yê hov û qirêj bi awayekî rojane derdixînin.
Çete sivîlan direvînin û bi deh hezaran dolar ji bo nekuştina wan dixwazin.

Zor û fişarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdên Efrînê gihaştiye asteke bilind.

13 Gulanê Çeteyên faşîzma AKP şêniyê bi navê Mihemed Hesen dema li ser karê xwe bû, revand.

Mihemed Hesen ji gundê Uga yê navçeya Bilbilê ye û li gundê Qestelê Miqdêd dixebitî.

Li gorî çavkaniyên ji gund, der barê jiyana Hesen de metirsî hene.

Li gundê Be’dîna yê navçeya Mabata, Ibrahîm Xelîl Ebdo yê 8 Gulanê hatibû revandin, ji bo serbestberdana wî, çete 200 hezar dolar dixwazin.

Her wiha koma çeteyan a ku Ibrahîm Xelîl Ebdo revand, dîmenkî wî dema ku di êşkenceyê re derbas dibe, ji malbata wî re şand û gefa kuştinê li malbata wî xwar.

Çeteyên faşîzma AKP 13 Gulanê 3 kes revandibûn, di nav de zarokek tevî bavê wî û mirovekî temen mezin bû.

Çeteyan ji malbata wan 100 hezar dolar xwestin, ji ber derfetên lawaz, malbatê nekarîbû pere peyda bikira, lewre, çeteyan Reşîd Hemîd Xelîl ku bavê zarok bû, li ber çavên kurê wî kuştin.

21 Gulanê çeteyan dîmenê mirovê din ê bi navê Şeref El-Dîn Sîdo weşand.

Di dîmen de, çavên Sîdo girêdayî bûn, şûna êşkenceya hov li laşê wî xuya dikir û bi deng ji malbata xwe xwest pereyan peyda bikin da ku ji wê rewşê rizgar bikin.

Heya niha jî çarenûsa wan nediyar e.

Leave a Reply

Back to top button