Rewşa Zeyneb Celaliyan.. Wê li ser torên civakî kampanya bê destpêkirin

Ji bo azadiya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan li ser torên civakî kampanya tê dest pê kirin û banga piştgiriyê hat kirin

Kampanya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re diyar kir ku zêdetirî 600 roje rejîma Îranê rê nade parêzer û malbata girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan bibînin.

Her wiha li ser rewşa wê ti agahî tune..

Kampanya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re ragihand ku wê roja 5’ê Adarê di saet 20.00’an de li ser torên civakî ji bo Zeyneb Celaliyan dest bi kampanyayê bikin û banga piştgiriyê li jinan kir.

Back to top button