Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku rewşa navbera Ûkrayna û Rûsyayê, çawa ku bandorê li siyaseta tevahiya cîhanê dike, wê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike:
Muslim dibêje “Ji bo zêde bandorê li herêma me neke em tedbîrên xwe digirin.”
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim der barê rewşa navbera Ûkrayna û Rûsyayê û bandora wê li ser herêmê ji ajansa Firatê re axivî.
Salih Muslim diyar kir ku Rojava qadeke germ e ji 12’ê Adara 2004’an û vir ve qadeke şer û rageşiyê ye û got :
” Bi destpêkirina bûyerê li Sûriyeyê re ji sala 2011’an ve em ketine nava pêvajoyeke nû.
Weke gelê Kurd projeya me firsendek peyda kir.
Ev rewş ji xwe êdî li pêş çavan e û zelal e.”
Muslim da xwyakirin ku Rêveberiya Rojava bi ku ve biçe dewleta Tirk an jî ajanên wê li wir in, lewma şerê li dijî wê ne karekî hêsan e û ji bo vê hewl tê dayîn.
Salih Muslim: Eger êrişek li dijî herêmê jî were kirin em ê teqez xwe biparêzin
Salih Muslim destnîşan kir Rewşa ku di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de diqewime, çawa ku bandorê li siyaseta tevahiya cîhanê dike wê bandorê li herêmên wan jî bike û wiha domand :
“Ji bo bandoreke zêde li me neke em gelê xwe û xwe bi rêxistin dikin.
Eger êrişek bibe em ê teqez xwe biparêzin.”
Salih Muslim: Bêyî tevgera azadiyê û Abdulah Ocelan çareserî nabe
Li alozî û krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn jî, Salih Muslim Rêber Apo weke çavkaniya areseriyê nîşan da.
Muslim anî ziman “Bêyî Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan çareserî nabe.” û got:
” Destpêkê divê rewşa Rêber Ocalan bê nirxandin.
Hêzên ku Rêber Apo li wir dîl digirin, eger dixwazin pirsgirêka Rojhilata Navîn bê çareserkirin divê zanibin ku pêwîst e ji Rêber Abdullah Ocalan dest pê bikin. “