Rêveberiya Xweser 14 zarokên sêwî yên çeteyên DAIŞ’ê û hemwelatiyên Hollanda û Fransayê, radestî welatên wan kirin.
Şandeyeke hevpar ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê serdana navenda boruya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarokê Eyn Îsa kir.
Şande û berpirsê buroya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser rewşa dawîn a Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser û dosyaya girtiyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê nîqaş kir.
Piştre Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiyê belgeya radestkirina 12 zarokên sêwî yên ji hemwelatiyên Fransayê û 2 jî ji yên Hollandayê îmzekirin.
Şandeyê li ser wergirtina zarokan spasiya rêveberiyê kir û teqez kir ku welatên wan wê piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.