ŞEWATA ZEVIYAN – 4 GUNDÊN AMÛDÊ DERDORA 600 DONIM ŞEWITÎN

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî agir nema vedimire.. Îro jî agir bi zeviyên 4 gundên Amûdê û gundê Qilêa yê Serê Kaniyê ket.

Li gundên Şidî, Sebahiyê, Çetelê û Xalid yên Amûdê agir bi zeviyan ket.

Li gorî ku şêniyan diyar kirin agir ji deraseyê pê ketiye ,di encama şewatê de derdora 600 donim zevî şewitîn.

Li gundên Şidî, Sebahiyê, Çetelê û Xalid yên Amûdê agir bi zeviyan ket.

Li gorî ku şêniyan diyar kirin agir ji deraseyê pê ketiye ,di encama şewatê de derdora 600 donim zevî şewitîn.

ŞEWATA ZEVIYAN – NAVBERA SERÊKANIYÊ Û MEBRÛKA
JI BER AGIR ŞÊNÎ MALÊN XWE BAR KIRIN

SERÊ KANIYÊ

Li gunê Qilêa yê di navbera Serê Kaniyê û Mebrûka de jî agir bi zeviyan ket.

Ji ber şewata zêde hinek ji şêniyên gund ji malên xwe derketin.

Di encama şewata li hermê de 128 donim zevî şewitin.

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya şêniyan agir vemirand.

ŞEDADÊ

Doh agir zeviyên rojhilatê navçeya Şedadê jî dabû ber xwe..

Tîmên Agirkujiyê demildest berê xwe dan cihê şewatê û berî agir berfireh bibe vemirand.

GIRKÊ LEGÊ

Di heman demê de li gundê Til Cemal ê girêdayî navçeya Girkê Legê jî agir bi zeviyan ket û nêzî 150 hektar berhem şewitî.

Leave a Reply

Back to top button