Siyasetmedar û parêzer: DAIŞ’ê Xeteriyeke mezin li ser herêmê û Cîhanê heye

Xeteriya DAIŞ’ê her ku diçe zêdetir dibe. Siyasetmendar û parêzerê kantona Hesekê bang li cîhanê kirin ku bi lez çareseriyekê ji dosyasa DAIŞ’ê re bibînin.

Endamê Polîtburoya siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Muslim Ebas dibêje sedema ku dihêle xeteriya DAIŞ’ê bi dawî nebe, bêdengiya Civaka Navneteweyî ye û got:

“Xeteriyeke mezin li ser herêmê û tevahî cîhanê heye ji ber ku zarokên DAIŞ’ê di atmosfêreke tundraw de mezin dibin. Her çiqasî Rêveberiya Xweser bang li welatan dike ku hemwelatiyên xwe bigirin, lê dîsa jî kes deng ji xwe nayne.

Parêzer Heysem Bekir jî diyar kir ku hiştina çeteyên DAIŞ’ê bê ceza bi xwe binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û ji bo dîtina çareseriyekê ji van çeteyan re bang li cîhanê kir.

Back to top button