Li Silêmanî şandeyek ji sazî û partiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.
Şande ji alikarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya kurd, Nûnera Kongra Star a li Başûrê Kurdistan Lîman Şiweyş, Nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Swêd, ji Partiya Çep a Kurdên Sûriyê, Fethula Husên, Hizba Demokrat Kurdî El Sûriye Hoşeng Derwêş pêk hat.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji aliyê rayedarên Tevgera Goran ve hate pêşwazîkirin û civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
Piştî civînê, Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd axivî û diyar kir ku civîneke girîng bû bi aliyan re hat lidarxistin û got:
“Me rewşa dawî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê nîqaş kir.
Divê hemû helwest û nêzîkatiyên partiyên Kurdî li dijî êriş û gefan yek bin.
Nêrînên me yek bûn û hevbeş bûn.”