Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dagirkeriya Tirk 3 welatîyên din revandin. Her wiha li Şera û navenda bajêr jî 100 darên zeytûnê birîn.
Li gorî agahiyan, çeteyên dagirkeriya Tirk li gundê Remadiyê yê navçeya Cindirêsê bi hincetên weke her carê 3 welatî revandin.
Navê kesên hatine revandin, Elî Şêx Hesen, Mehmûd Salih Ebas û Welîd Henan Ehmed e.
Heta niha aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.
Li aliyekî din, çeteyan li gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera û li navenda Efrînê nêzî 100 darên zeytûnê birîn.