Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got:
“Berxwedana gel û gerîla ya li ser xeta şehîdên meha Gulanê wê teqez bi ser bikeve, Kurdistanê azad bibe”
KCK’ê bang li herkesî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê têkoşînê mezin bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyani yê de KCK’ê diyar kir di meha Gulanê de kadroyên pêşeng ên Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê, Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê û Gelê Ereb şehîd bûn.
KCK’ê anî ziman nirxên hevpar ên gelên Rojhilata Navîn di meha Gulanê de gihîştin hev û wiha got:
“Lewma meha Gulanê û şehîdên meha Gulanê nîşana armanca jiyana bi hev re, têkoşîna hevpar, xwişk û biratiya gelan e.
Bi vê hestê di şexsê Hakî Karer, Ferhat Kûrtay û Îbrahîm Kaypakkaya de şehîdên meha Gulanê û di şexsê wan de jî şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi bîr tînin.
Em ê soza xwe bi cih bînin ku dijminê faşîst têk bibin, li ser bingeha neteweya demokratîk jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn ava bikin.”
KCK’ê: PDK îro jî bi rola xwe ya xiyanetê û nokeriyê radibe
Herwiha KCK’ê bi dehan şehîdên Gulana 1997’an jî ku ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got;
“PDK îro jî bi rola xiyanet û nokeriyê radibe.
Bi sedan hevalên me ji ber agahiyên îstîxbaratê yên PDK’ê da dewleta Tirk şehîd bûn.
Bi wesîleya meha Gulanê em bang li gelê xwe û dostan dikin ku ji bo bîranîna şehîdan li dijî dewleta Tİrk a faşîst mêtinger qirker û hevkarên wê, têkoşînê mezin bikin.”
KCK’ê: Berxwedana Zap û Avaşînê yek ji bersivên herî bi wate yên dîrokê dide
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser berxwedana dîrokî a gerîlayan ya li Zap û Avaşînê û got:
“Berxwedana Zap û Avaşînê ku asta herî bilind a dilsoziya bi şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê hemûyan re ye, yek ji bersivên herî bi wate yên dîrokê dide dijminan û hevkarên wan.”
Di dewamê de KCK’ê îşaret bi hevkarîya PDK’ê ya ji êrişên dewleta Tirk re kir û anî ziman faşîzma AKP-MHP’ê ku hewl dide qirkirina Kurdan temam bike, dixwaze bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê vî şerê qirkirin û dagirkeriyê bibe serî.
KCK’ê bang li herkesî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê têkoşînê bilindtir bikin.
KCK’ê: Gelê Kurd û raya giştî divê nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bidin
Dawî KCK’ê bal kişande ser êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî û bêdengiya hêzên navneteweyî û got:
“Li hemberî vê helwesta hêzên navneteweyî ku şirîkatiya li sûc e, divê gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk hîn bi xurtî nerazîbûna xwe nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin. “