Nîqaşên li ser Peymana Civakî li herêmê dewam dikin. Li Girkê Legê û Holê civînên gel hatin lidarxistin.
Civîna li Girkê Legê li navenda Sendîqaya Karkeran a li bajaroka Rimêlan hate li darxistin.
Bi sedan welatiyên navçeyê gundên wê beşdarî civînê bûn.
Reşnivîsa peymanê ji aliyê endamên Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî Sîhanok Dîbo û Qehtan El-Deham ve hate xwendin.
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn balkişand ser girîngiya benda şopandin û pêkanîna wê.
Her wiha li ser mekanîzmaya rêveçûna hilbijartinan nîqaş û pirs hatin kirin.
Civîn bi girtina pêşinyarên gel bi dawî bû.
Li Holê jî reşnivîsa peymanê hate nîqaşkirin.
Welatî, endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîrên Holê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Peymana Civakî hate xwendin û li ser bendên wê hate nîqaşkirin.
Beşdarên civînê nêrîn û pêşinyarên xwe anîn ziman.