Îro li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê de qezayeke tirafîkê çêbû.
Di encam de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Îro nêzî saet 11.30’an, li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê de qezayeke tirafîkê çêbû.
Di encama qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Medîne Abdullah temenê wê 60 sal e ji taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye,
Mihemed Xelîl,
Xalid Ebdil-Rehman,
Û Mihemed Elî Reşîd ji kantona Efrînê ye
Lê navê kesê pêncem ta niha ne hatiye naskirin.
Her wiha di qezayê de 2 kes jî birîndar bûn.
Navê yekî ji wan Ciwan El-Xanim e, lê navê kesê din nehat zanîn.