Hêzên Leşkerî yên herêma Tebqayê bi merasîmekê Meclisa xwe ya Leşkerî, ava kir.
Merasîm bi beşdariya bi dehan ji fermandarên leşkerî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û Koalîsyona Navdewletî hate lidarxistin.
Piştî merasîma leşkerî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Re’ûf axivî.
Mihemed Re’ûf bal kişand ser girîngiya avakirina Meclisa Leşkerî û wiha got:
Li dijî êrîşan, parastina sînoran û gelan ji hemû gefan, Meclisa leşkerî wê yekrêziyê ava bike.
Armanc ji Meclisa Leşkerî ya Tebqayê ew e ku fermadarên herêmê bi awayekî aktîftir beşdarî mekenîzmeyên biryaran bibin.
Rola jinan di nava meclisê de û xebata saziyan werin aktîfkirin.