Xebatên Serjimeriyê li kantona Hesekê û navçeyên wê, piştî 18 rojan bi dawî bû.
Nivîsgeha Plansazî, Geşepêdan û Serijmariyê ya Herêma Cizîrê îro serjimêriya li bajarê Hesekê û gundên wê bi dawî kir.
Bi vê yekê serjimariya li giştî kantona Hesekê û bajar û navçeyên wê pişî 18 rojan bi dawî dibe.
Nivîsgeha serjimariyê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirin û komînan di 22 Nîsanê destpêkê li herêma Koçerat a Dêrikê ya li herêma Cizîrê dest bi xebatên serjimariyê kiribûn.