Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî, li Stenblolê têkildarî hilbjartinê daxuyanî da.
Temellî anî ziman ku ew ê di rêya sêyemîn de meş û tekoşîna xwe dewam bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî, piştî dengê xwe avêt sindoqan daxuyanî da.
Temellî anî ziman ku wê piştî sibe dest bi rêyek dûr û dirêj a rêya seyemîn bikin, dest bi rêya demokrasiyê bikin û got:
“Em ê di rêya aştî û demokrasiyê de gihandina hev dewam bikin.
Bêtir demokrasî, bêtir aştî, bêtir edalet.
Heta Komara Demokratîk bê avakirin em ê di vê rêyê de meşa xwe bidomînin.
Têkoşîn, têkoşîna edaletê ye.
Ji bo zagonek mafê hemû bawerî, ziman, çand û gelan biparêze bê avakirin têkoşîna me wê bidome.
Têkoşîna me ya xet û rêya siyemîn a Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk wê her hebe.