TEV-DEM’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bang li hemû pêkhateyan kir ku xwe amade bikin û hemû hêza xwe ji bo parastina nirxên şoreşê seferber bikin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê anûî ziman dewleta Tirk a dagirker israr dike ku rûberekî mezin ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û bike qadên terorîst û çeteyan.
TEV-DEM’ê li ser plana Tikriyê ya guhrtina demografîk jî got:
Bi hinceta ewlekariyê û projeya bicihkirina penaberan, dixwaze terorê ji nû ve zindî bike.
TEV-DEM’ê da zanîn ku ew niha di pêvajoyeke çarenûsî de ne û ji bo parasntina nirxan banga seferberiyê kir.
TEV-DEM’ê daxwaz ji hemû pêkhateyên herêmê kir ku bi erka xwe ya exlaqî û neteweyî rabin, hemû enerjiya xwe û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî bikin xizmeta parastina nirx û destkeftiyan.
Her wiha bang li hêzên demokrat û rêxistinên civaka sivîl ên li herêmê û cîhanê jî kir ku li hemberî van êrişan bi erka xwe ya exlaqî rabin.