PYD’ê di vê derbarê de daxuyaniyek da û soz da ku ew ê tola şehîdên komkujiyê hilînin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo salvegera Komkujiya Kobanê daxuyaniyek da.
PYD’ê diyar kir ku ev komkujî nîşaneyeke din a hevbeşiya dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re ye.
PYD’ê got: “Ruxmî binketina dagirkeran, lê dîsa jî gelek caran ev rêbaz bi kar anîne.
Herî dawî jî êrişên li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku bi wê re xwestin DAIŞ`ê zindî bikin.
Lê bi saya berdêlan û zêdetirî 120 şehîdan ev êriş vala hat derxistin.”
Dawiyê PYD’ê şehîdên Komkujiya Kobanê bi bîr anîn û soza rakirina tola wan da.