Rojnamevan Hêvîdar Xalid: Jin û mîrasa pergalên netewperest

Rojnamevan Hêvîdar Xalid bi sernavê “Jin û mîrasa pergalên netewperest” analizek li ser şerê Cihanê Sêyemîn ê cihanê û êrişên dijî jinê nivîsî. Hêvîdar diyar dike ku di sedsala 21’emîn de wek şerê herî xwîndar tê hesibandin got;
Divê were zanîn ku heta jin bi tevahî mafên xwe yên azadî û jiyanê negirin, ji bo civakê jiyanek azad û bi rûmet ne pêkan e.

Li herêma Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû dide ku li gorî analîzvanên kar û barên Rojhilata Navîn, ev şer xwedî taybetmendiyên leşkerî û siyasî yên cuda ye.

Di sedsala 21’emîn de wek şerê herî xwîndar tê hesibandin.

Dozên nakok û pirsgirêkên cuda yên ji dehan salan ve berdewam in, civak qels kir û bê hêz û çare hişt.

Ev alozî encama siyasetên netew-dewletê ne ku vîna gelan kontrol dikin, maf û daxwazên wan ên rasteqîn ên jiyanê binpê dikin, bi rêya desteserkirina xêr û bêrên wan û nirxên civakî yên resen.

Para jinan ji vê yekê ya herî mezin bû. Rojek derbas nabe beyî ku em kuştina jinên ciwan bi destê bazirganên mirovan, nebihîzin. Ev rewşa trajîk gelek pirsan li dora xwe çêdike, gelo sedemên wê çi ne?
Gunehê jinan çi ye ku ev sûc li dijî wan tên kirin? Rê û rêbazên avaker çi ne da ku jin ji van sûcan xilas bibin? Bi taybet di sedsala 21`emîn de ku serdema azadî û mafên mirovan e.
Di civaka me ya Rojhilata Navîn de, êdî li pêşiya jinan ji bilî jiyana di bin zulmê de tu vebijêrk nemaye. Her tiştê di vê jiyanê de tund e, li ser jinan û beden û keda wê tê ferzkirin.

Êdî jin bûye qurbana zihniyeta baviksalar ku giyan, beden û her tiştê wê kontrol dike. Bi taybet li dewletên Ereban mîna Misir, Urdun, Siûdî Erebistan, Iraq, Îran û Tirkiyê.

Bêguman, sûcên li dijî jinan, sedama wê qanûn in ku maf, ewlehî û mekanîzmeyên rêgirtina li pêşiya wan bûyeran ji aliyê dewlet û pergalên heyî ve, misoger nake.

Êdî di jiyanê de her tişt mîna tundî, kuştin, dizî, destdirêjiya zayendî û zewicandina zarokan ji bo kesan rewa bûye.
Tenê derketina jinan bi tenê ji mal, yan jî dereng vegera malê, tiştekî neasayî tê dîtin an jî ne rewa mîna ku gunehekî ku nayê efûkirin kiriye.

Ev tundiya ku îro li ser jinan tê meşandin, berhema zihniyeta netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn e.

Ji bo çareserkirina dozeke bi vê girîngiyê “doza jinan” hewldaneke mezin tê xwestin. Divê were zanîn ku heta jin bi tevahî mafên xwe yên azadî û jiyanê negirin, ji bo civakê jiyanek azad û bi rûmet ne pêkan e.

Ev tê wê wateyê ku jiyana azad bi jina ku xwe birêxistin kiriye, karîbû rola xwe bilîze û bûye xwediyê îradeya li hemberî hemû binpêkirinên ku li ser tê meşandin, pêkan e. Divê rola jinan were xurtkirin da ku jinên rastî tundiyê tên, cesaret bigirin ku giliyên xwe bînin ziman û li hember rastiya tal a ku ew li dijî vîna xwe dijîn, serî hilde.

Ji vir û pê ve, têkoşer û tevgerên jin ên ku di xebatên civakê de xwedî dîrokeke dirêj in, ji bo xwegihandina xwe û bidestxistina azadî û mafên xwe, bi rêbazên nû, li şûna kuştina jinan, rola jinê bilind bikin û li hember zihniyeta netew-dewletê têbikoşin.

Back to top button