HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakurkê 9 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Li başûrê Kurdistanê şer girane û gerîla rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin. Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê çalakiyên bi bandor kirin. HPG’ê ragihand di çalakiyan de 9 leşkerên Tirk hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin û derb li helîkopterekê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê bi ruhê fedayî şer dikin û berxwedana xwe ya dîrokî didomînin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê, 19’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Şahan tîmên me yên gerok bi çekên giran li hêzên dagirker xistin.

Di encama çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 19’ê Tîrmehê li Qada Çemço li helîkopterekê hate xistin ku hewl dida qadê bombebaran bike.

Li ser vê destwerdana hêzên me derb li helîkopterê hate xistin û ji qadê dûr ket.

Dîsa 19’ê Tîrmehê li Qada Şikefta Birîndaran li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan teleskopê li çeperên şer yên li qadê bi cih bikin. Di vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin û teleskop hate rûxandin.

Piştî çalakiyê kepçeyeke ku ber bi çeperên şer ve dihat bi çekên giran hat hedef girtin û derb lê hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 19’ê Tîrmehê li Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Li Girê Amediyê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Dîsa heman rojê li Girê Amediyê li dagirkeran hate xistin ku di nava tevgerê de bûn. Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî qadên berxwedanê bombebaran kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker ku nikare berxwedana gerîlayan bişkîne 19’ê Tîrmehê 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 10 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û tankan qadên berxwedanê yên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button