Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê soz da ku ew ê li ser şopa Şehîd Diyar Xerîb bimînin û li dijî dagirkeriya deweleta Tirk banga yekrêziyê li gelê kurd kir
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî.
TEV-DEM’ê şehîdkirina Diyar Xerîb bi tundî şermezar kir û wiha got:
Şehîdkirina Diyar Xerîb dide xuyakirin ku dewleta Tirk ne tenê şerê gelê me dike .
Lê belê Tirkiyê şerê çar beşên kurdistanê bi tevahî dike.
Bi van kiriyaran dewleta Tirk wê berxwedan û îradeya me lewaz neke.
Îsrara me li ser dawamkirina berxwedanê û tekoşîna li dijî dagirkeriyê wê xurtir bike.
TEV-DEM’ê soza şobandina rêya şehîd Diyar heta pêkanîna xwen û xeyalên wî yên azadiyê da.
KONGRA STAR: ŞEHÎD DIYAR JI BO ME BÛYE SEMBOLEK
Her wiha Kongreya Star jî bi daxuyaniyekê şehîd Diyar Xerîb bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Diyar ji bo wan bûye sembolek , ew ê li ser xeta wî têkoşîna xwe dewam bikin.