Qeşaya li Almanya di astek pir bilez de dihele

Cîhan germ dibe, qeşaya li nava Ewropa bilez dihele. Li Almanyayê tenê di salekê de li 5 herêmên qeşa helandinek zêde pêk hatiye. Tê texmînkirin ku di nava 10 salên pêş de wê bi tevahî bi dawî bibe.

Toza Sahrayê ya ku di biharê de hat, zirareke mezin da 5 herêmên qeşayê yên li Almanya.

Li gorî pisporên qeşayê, li xala herî bilind ya Almanya, Zugspitze 6 hefte beriya demsala helînê bileztir dihele.

Pispor heman reşeke wiha ji bo Alpê jî radigihînin.

Ji Enstîtuya Alfred Wegener Olas Eisen yê, lêkolînerê qeşa û deryayê ye got:

“Bêguman 2022 wê bibe salek rekor.

Pirs tenê ew e ku sala rekora berê li gorî sala 2003’an çiqas xirabtir be?”

Her pênc qeşayên li Almanyayê li başûrê eyaleta Bavyera ne.

Di dema ku zanyar pêşbînî dikin ku ev qeşa wê di nav 10 salan de bi tevahî ji holê rabin, bi wêneyan hate destnîşankirin ka qeşa di nav salekê de çiqas kêm bûne.

Ji Dibistana Bilind a Munchenê Wilfried Hagg got,

“Sewseke havînê ya wusa ne asayî li seranserê Alperan ji salên 1960-an vir ve nehatiye dîtin.”

Li gorî pîvandinên Christoph Mayer ê ji Akademiya Zanistî ya Bavyera, rêjeya helîna qeşayê îsal li gorî salekê ji sedî 50 zêdetir e.

Zanyar helîna bilez a qeşayê bi kêmbûna berfa di zivistanê de, havîneke hişk û germ û pêgirtina toza Sahrayê ya ku di mehên biharê de tê girê didin.

Mayer got, “Ev bû sedem ku berfa ku dibare zûtir bihele.

Li şûna tebeqeya berfê ya sivik, toza Sahrayê ya sor-qehweyî tîrêja rojê digire û wek germê dide tebeqeya berfê.

Back to top button