Doh salvegera yekemîn ya şehadeta endamên fermandariya Meclisa Leşkeryî ya Til Temir, Sosin Bîrhat û Rênas Roj bû.
Dê û bavê fermandar Rênas Roj bi rasthatina rojê soz dan kurê xwe ku ew ê ti carî dest ji doza wî bernedin.
19’ê Tebaxa 2021’an endamên fermandariya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bûn armanca êrişekê.
Di encamê de fermandar Sosin Bîrhat, Rênas Roj tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bûn.
Beriya demekê QSD’ê bi operasyoneke taybet sîxûrê Mît’a Tirk ên êriş birêxistin kirin girtin.
Doh di salvegera pêşî ya şehadeta fermandar Rênas Roj, dê û bavê wî peyamek belav kirin.
Wan bi gotinên xwe ên tije hest û dilsozî anî ziman ku ew ê ti carî ji şopa wî dûr nekevin.