Li Minbic û Dêrikê şardariyên gel li gorî derfetên xwe projeyên demsala havînê ya îsal pêk tînin.
Li Dêrikê Şaredariya Gel bi hevkariya Şîrketa Cûdî ya Rê û Qîrê re alav pêşkêş kirin ku beriya demsala zivistanê projeyên xwe bi dawî bikin.
Hate diyarkirin ku werşeyên şaredariyan li bajar rê qîr kirin û kevirên şikandinî reşandin, her wiha torên avê berfireh kirin û ji xeta Nexweşxaneya Gel kehrebe da 3 bîran ku 24 saetan avê bide bajêr.
Berpirsê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Dêrikê Îbrahîm Sado da zanîn ku rêya aliyê bakurê taxa Siwer bi dirêjbûna 2 hezar metre hate çêkirin û bi derdora 850 metrekab hat qîrkirin.
Şaredariya Eyn Dîwar jî rêya gundê Kasan bi dirêjhiya 5 km ji Goristana Şehîd Xebat heta gundê Kasan qîr kir.
Di vê projeya ku bi hevkariya welatiyan pêk hat, 40 hezar dolar mesref hat kirin.
Li Minbicê jî şaredariya gel xebatên qîrkirin û sererastkirina kanalîzasyonan dewam dike.
Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Minbic Hisên Hoşan der barê projeyên şaredariyê yên îsal de diyar kir wan xetên kanalîzasyonê yên sereke çêkirin.